Hersê Parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr , Silêmanî ,Dûhok ) cihê xwe di nav bajarên herî baş yên rojhilata navîn de girtin di warê veberanînê de.

Rêvebirê vekolînên zanistî ya di nav  desteya veberanîna li Kurdistanê Heyder Mustafa ji PUKmedia`yê re ragihand ku : Kovara E.F.Dî  întîlît cênsî yê ku di der barê veberanên biyanî de li hemû bajarên rojhilata navîn lêkolîneke estiratecîk pêk aniye diyar kir ku bajarên herêma Kurdistanê cihê xwe di nav 10 bajarên li pêş di warê veberanînê de li rojhilata navîn girtine.

Her wiha Mustafa diyar kir :Ku bajarê Hewlêrê di rêza siyem de cihê xwe girt û bajarê Silêmaniyê dirêza şeşê de hatiye û bajarê Dûhokê di rêza heftemîn de bû, di nav bajarên rojhilatên navîn de di warê veberanînê de, wekî din di warê veberanîna li rojhilata navîn de, bajarê Dubî di rêza yekm decih girtiy e./Hawarnet

 

0 Comments

You can be the first one to leave a comment.

Leave a Comment

 




 

Trackbacks

 
 

Copyright © 2014 Rojpress. All Rights Reserved